Serokwezîr Barzanî: Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandinan heftiya derbasbûyî dest pê kirine û diyar kir, ku ew weke hikûmet vê pêngavê erênî dibînin.

17.01.2018, Çar - 15:35

Serokwezîr Barzanî: Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna civata wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên rojanemvanan.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku danûstandinên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal a Iraqê de dest pê kirine û got: “Di hevdîtinên herdu aliyan de mijarên vekirina firokexane û deriyên sînor û herwiha mijarên bi wezareta navxwe ve peywendîdar hatine gotûbêjkirin. Weke hikûmet em van danûstandinan weke destpêkirineke baş dibînin. Em hêvîdar in, ku bigihe encamekî baş, ku di berjewendiya hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de be.”

Barzanî da zanîn, ku biryare hin civînên din jî di navbera aliyan de werin kirin û bi bîr xist, ku Bexdayê daxwaza lîsteya mûçeyên wezareta perwerde û tenduristî kiribû, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev lîste ji wan re şandiye.

Herwiha eşkere kir, ku ji bo vekirina firokexaneyên Kurdistanê biryareke hevbeş derketiye û kar maye li ser hûrdekarî û cîbicîkirina vê yekê.

Di bersiva pirsekî de Serokwezîr Barzanî eşkere kir, ku Serokê Parlamentoya Iraqê şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwendiye Bexdayê lê got, ku ne diyare ka ew bixwe dê di şandê de cîh bigre yan ne.

Vekişandina Yekgirtû ji hikûmetê

Derbarê vekişandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Em agahdar in, ku duh serkirdetiya Yekgirtû biryara vekişandinê dane. Lê bi nêrîna me ne dema vê biryarê guncayî bû, ne jî ev biryar di berjewendiya Kurdistanê û yekrêziya aliyên siyasî ya Kurdistanê de bû.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku biryara Yekgirtû ew dilgiran kirine û herwiha ji ber kar û hevkariya wan, spasiya wezîrên vê partiyê jî kir.

Heman mijarê de Serokwezîr diyar kir, ku mijara dest ji karkişandina wezîran û biryara partiyê mijarên ji hev cuda ne, lewma divê wezîr nameya xwe ya dest ji karkişandinê pêşkeşî kabîneya wezîran bike û serokwezîr jî erê bike, paşî were cîbicîkirin.

Li ser pirsekî Barzanî destnîşan kir, ku wî beriya meh û nîvekî ji Parlamentoya Kurdistanê re name şandiye û daxwaza hilbijartinan kiriye û got: “Me li gel komîsyona hilbijartinan jî çend civînek encam daye ji bo amadekariyên hilbijartinan. Emê careke din bicivin û ji bo diyarkirina dema hilbijartinan biryar bidin.”

Projeya Xizmet

Nêçîrvan Barzanî derbarê projeya nû ya ku hikûmetê îro gotûbêj kirine, zanyarî belav kir û da zanîn, ku projeyeke ne nû ye. Armanc hêsankirina kar û xizmetên hemwelatiyan e di wezaretan de.

Barzanî destnîşan kir, projeya xizmet di çarçoveya çaksaziyan de dê were cîbicîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nava axaftina xwe de ragihand, ku dê di dawiya vê mehê de beşdarî Lûtkeya Davosê bibin.

Peywendiyên li gel Tirkiye û Îranê

Serokwezîr Barzanî li ser peywendiyên li gel Tirkiye û Îranê got: “Li gorî mehek beriya niha me riyeke baş derbas kiriye û peywendiyên me yên li gel Tirkiye û Îranê pirr baştir in. Dikarim bêjim em li ser riyekê ne ji bo asayîkirina peywendiyên xwe yên li gel Tirkiye û Îranê.”

Derbarê serdana Wezîrê Derve ya Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya ji bo Bexdayê û navbeynkariya Tirkiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê Barzanî got: “Em spasiya her destpêşxeriyekê dikin, ku ji bo asayîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê alîkar bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 852 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x