Serokwezîr Barzanî: Em dê ligel Almanyayê di her warî de peywendiyê xwe bihêz bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya û herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin. Nêçîrvan Barzanî got: Em dê ligel Almanyayê di her warî de peywendiyê xwe bihêz”
Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembî 18ê Kanûna 2018 pêşwazî li Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas kir û herdu alî bi hev re civiyan.
Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Hollandayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Almanyayê kirin.Nêçîrvan Barzanî di destpêka de bi xêr hatina Wezîrê Derve yê Almanyayê kir û got: “Em ji bo peywendiyên xwe yên ligel Almanyayê pê şanaz in. Xelkê Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya serdana û alikariyên Almanyayê yên di heyamên dijwar de bo Herêma Kurdistanê dike. Em spasiya Hikûmeta Almanyayê dikin ku di şerê di dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û di pêvajoya çaksazkirina Hêzên Pêşmerge de bû alîkar.”
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1013 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:41