Îro Çarşembî ((24.10.2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Civata Bazirganiya Amerîka-Kurdistan ku ji nûnerên 30 kompaniyên di warê cuda de pêkhatibû, civiya û spasiya serdana wan û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê yên bo Heêrma Kurdistanê yên di warê mirovî û leşkerî de kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, ku alîkarîkirina sektora taybet û sermayedarên biyanî ji karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hikûmet tekeziyê li ser pirojeya xwe ya çaksaziyê dike, ku pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê kiriye.
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanê bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa rewşa giştî, sedemên serhildanan kirîzan û geşbûna aborî di hemû waran de di van demên dawiyê de kir û got, ku ew bi geşbînî ve li pêşdeçûna rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê dinêrin.
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li kompanî û sermaydanerên biyanî yên di warên cuda cuda de dike û hêsankarî û hevkariyên pêwîst jî ji wan re dike.
Şandeya bazirganî ya Amerîkayê jî di civînê de xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina rewşa dijwar û kirîzên hatine pêş bi xebatên serkevtî wesif kir û qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de jî bilind nirxand.
Herwiha şandeya mêvan diyar kir, ku derfetên guncaw li Herêma Kurdistanê ji bona geşkirina jêrxana aborî û hatina sermayedarn hene û yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li pêş hatina sermayedarên biyanî rêxweşker in û hnader û faktorên bihêz in.
Nûnerên kompaniyên amerîkî yên beşdar di civînê de her yek ji wan li gor pisporiya kompaniya xwe behsa wan waran kirin, ku dikarin li Herêma Kurdistanê têde kar bikin û sermayedaneriyê bikin.
Nirxandin û gotûbêjkirina rewşa siyasî û ewlehiya herêmî û çend mijarên girêdayî pêkanîna herdu hikûmetan; Hikûmeta Herêma Kuridstanê û hikûmeta Iraqa Federak beşeke din a civînê bû.