Îro (29-09-2018) li Hewlêrê bi beşdarbûna nûner û konsulên welatên biyanî û berpirsên hikûmî, rêwresma xelatkirina xwendekarên yekemîn ên werzê xwendinê yê 2017-2018ê birêve çû.
Di rêwresmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û gotarek pêşkeş kir û pîrozbahî li xwendekarên yekemîn ên dibistanan, mamoste û malbatên xwendekaran kir û got: “Hûn ne tenê ji bo xwe, ji bo mamostayên xwe, ji bo Wezareta Perde û gelê Kurdistanê jî bûne sedema serbilindiyê. We nîşan da ku bi tevê hebûna kêmasiyan jî li Kurdistanê rewta perwerdeyê dikare serkeftinên mezin bidest bixe. Hêvîdar im paşeroja we jî wiha ronahî be.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir xwendin û zanîn ne tenê ji bo pêşxistina kes e û herwiha ji bo avakirina civakeke bihêz e. Barzanî gotineke helbestvanê navdar ê Kurd Fayiq Bêkes jî xwend û wiha berdewam kir:
“Helbestvanê mezin ê Kurd Fayiq Bêkes beriya 75 salan di helbesta xwe ya Sedsala Bîstem de gotiye; dermanê derdê me xwendin e, rewişta pak û xizmetkirine. Derbarê xwendin û zanistê de ez gotineke din jî bînim bîra we. Nivîskarê amerîkî William Eagleton li ser navê Komara Mihabadê pirtûkek nivîsiye û dibêje; di Şoreşa Îlonê de dema xwendekarek dihat bibe pêşmerge, Barzanî bang li wî dikir û ew vedigerande xwendinê û jêre jî digot, here xwendina xwe temam bike. Ji ber ku pêwîstiya me zêdetir bi xwendin û zanistê heye. Gotinên vî helbestvan û wî nivîskarê mezin jî belgeya wê yekê ne ka gelê Kurdistanê ji serdemeke pir pêş ve giringiyê dide xwendinê.”