Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyoza Amerîkayê li Iraqê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 30î Adara 2024an pêşwazî li Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.

31.03.2024, Paz - 09:46

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyoza Amerîkayê li Iraqê re civiya
Nuçe Belav bike

Di civînê de guftûgo derbarê giringiya rêzgirtin li qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên Herêmê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û pêşeveçûna projeya (Hejmara Min) hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên destûrî cîbicî kirine, êdî nabe mafên wê yên ku bi awayekî eşkere bê binpêkirin ku di destûrê de hatiye naskirin.

Balyoza Amerîka piştevaniya xwe ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de nîşan da.

Mijareke din a hevdîtinê jî taybet bû bi girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Serokwezîr tekez kir ku ev du sal in em daxwaza hilbijartinan dikin û niha jî em li gel wê yekê ne ku hilbijartinên yasayî, rewa û destûrî di şert û mercên rewa, pak û dadperwer de bên kirin.

Her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya proseya hilbijartinan hevnêrîn bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 102 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:57:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x