Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Fuad Hisên dike

Ji ber koça dawiyê ya hevjîna Wezîrê Derve yê Îraqê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê arasteyî wî dike.

08.04.2024, Pts - 09:09

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Fuad Hisên dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behînameyek ji bo Dr. Fuad Hisên araste kiriye ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî ku tê de nivîsiye, “Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be”.

Deqê behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Birayê rêzdar Dr. Fuad Hisên;

Nûçeya koça dawiyê ya hevjîna cenabê te ez xemgîn kirim.

Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide. Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be.

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:41:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x