Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Seidî Pîre kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre kir.

29.07.2022, Cum - 11:19

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Seidî Pîre kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'dî Ehmed Pîre kir, ji ber koça dawî ya dayîka wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir: “Birêz Se'dî Pîre, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), min bi xemgînî nûçeya koça dawî ya dayîka cenabê we bihîst.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez sersaxiyê li we dikim û ez hevbeşê xema we me.”

Herwiha got: “Xwedayê mezin giyanê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata cenabê we.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x