Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Almanyayê kir

Konsula nû ya Almanyayê ya li Hewlêrê Barbara Wolf ragihand ku alîkariyên mirovî û leşkerî yên welatê wê ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bibin.

09.08.2018, Per - 06:07

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 08.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê Barbara Wolf û şandeya pê re kir.

Li gor daxuyaniya piştî civînê, Barbara Wolf spasiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji bo hevkarî û hêsankariyên li kar û çalakiyên wan û tekezî li ser pêşvebirina têkeliyên navbera Almanya û Kurdistanê kiriye.

Konsula nû ya Almanyayê tekezî li ser wê yekê kir ku "hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de ji aliyê welatê wê ve ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dike û ji bo ku kompaniyên almanî li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyên xwe razînin teşwîq dikin".

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Barbara weke konsula nû ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di kar û çalakiyên xwe de serkeftî be. Serokwezîr spasiya Almanyayê kir ku di warê mirovî û leşkerî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî beşdariya Almanya di proseya çaksaziyên wezareta karûbarên Pêşmerge de û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha piştgiriya xwe û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jib o kar û çalakiyên Konsulxaneya Almanyayê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê di hemû waran de bêhtir bihêz bibin.

Rewşa herêmî bi giştî û piroseya siyasî li Iraqê û pêşhatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê çend mijarên din ên civîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Konsula nû ya Almanyayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 857 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x