Serokwezîrê Ermenistanê cejna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike

Serokwezîrê Ermenistanê namayekê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne û tê de cejna Remezanê li wî pîroz dike.

12.04.2024, Cum - 09:49

Serokwezîrê Ermenistanê cejna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike
Nuçe Belav bike

Nameyeke Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan duh (Pêncşem, 11ê Nîsana 2024ê) gehişt Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku tê de cejna wî pîroz dike.

Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê nameya Serokwezîrê Ermenistanê de hatiye, “Bi helkeftina cejna Remezana pîroz, ez gerimtirîn pîrozbahî li we dikim û daxwaza bextewerî û saxlemiyê ji bo cenabê we dikim”.

Serokwezîrê Ermenistanê herwesa nivîsiye, “Em daxwaza berdewambûna aştî û xêr û xweşiyan ji bo dostên xwe, xelkê Herêma Kurdistanê, dikin”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x