Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Federal re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Gulanê pêşwazî li Wezîrê Elektrîkê yê Federal Ziyad Elî Fazil kir.

02.05.2024, Per - 15:38

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Federal re civiya
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Gulanê pêşwazî li Wezîrê Elektrîkê yê Federal Ziyad Elî Fazil kir.

Di hevdîtinê de behsa kar, proje û çaksaziyên di sektora elektirîkê de û pêwîstiya berdewamiya hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê, hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi êrîşa terorî ya li ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya van rojên dawî kir û tekez kir ku êrîşa li ser jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê, ziyanê digihîne hemû welatiyên Iraqê û divê dawî li wan êrîşan bê ûrê li ber wan bê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiya pêwîst li gel hikûmeta federal ji bo pêşxistina jêrxana enerjiyê nîşan da, ku pêwîst e encamdana her kar û projeyek jî, tenê bi rêya dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re be.

Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê hevahengî û peywendiyên baş ên di navbera her du wezaretên federal û Herêmî de bilind nirxand, ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan ji welatiyan re, ku ev yek jî armanca hevbeş a her du aliyan e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x