Serokwezîr Barzanî: Divê Brîtanya rola xwe bilîz e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Sefîrê Brîtanyayê yê li Iraqê û şandeke li gel wî civiya û hevdîtinê de got, "Divê Brîtanya rola xwe bilîz e."

01.11.2017, Çar - 06:53

Serokwezîr Barzanî: Divê Brîtanya rola xwe bilîz e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Frank Baker û şandeke dîplomatîk a li gel wî kir, ku bi mebesta xatirxwestin û bidawîhatina karê wî weke Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser aloziyên van demên dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê tekezî kiriye ku “ji bo aramkirina rewş û zemînsaziya çêkirina diyalog û gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hewldanên cidî dê bidin, bi şêweyeke ku pirsgirêk li ser bingeha destûra Iraqê were çareserkirin û dawî li tundiyê were anîn.”

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bo karê nû yê Frank Baker serkeftin xwestiye û herwiha daxwaz kiriye, ku “Hikûmeta Brîtanyayê rola xwe di pêkanîna keşûhewayeke guncaw ji bo zemînsazî û gotûbêja navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne.”

Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişandiye ser wê yekê, ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve amadehiya xwe ji bo pêkanîna diyalogê li gel Bexda bo çareserkirina arîşeyan nîşan daye û ti car alîgirê alozî û pevçûna leşkerî nebûye.”

Li ser bûyerên van demên dawî yên li Herêma Kurdistanê û deverên nakokî qewimîn, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew bûyer, bûyerên nexwestî bûn û ragihand: “Pêwîst bû Bexda li ser xwe be û hewl bide bi gotûbêj û jihevtêgihiştin pirsgirsêkan çareser bike, lê li gel vê yekê jî Herêma Kurdistanê amade ye dest bi gotûbêj û diyalogeke cidî bike û di derbarê vê de jî rola civaka navdewletî ji bo amadekirina keşûhewaya gotûbêjê bi pêwîstî zanî.”

Herwiha gotûbêjkirina çend mijarên bi rewşa Herêma Kurdistanê û herêmê beşeke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 872 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x