Serokwezîr Barzanî: Em her gav agirbestek hêvî dikin!

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxûyanî da.

06.11.2017, Pts - 09:49

Serokwezîr Barzanî: Em her gav agirbestek hêvî dikin!
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de di derbarê pêşdaçûnên dawî li hêrêmê de diqewimin got;

Kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên nav malê ne.

Kêşe bi şer çareser nabin.

Reşnivîsa projeya bûdceya 2018ê ya Iraqê bi awayekî yekalî hatiye amadekirin.

Reşnivîsa projeya bûdceya 2018ê ya Iraqê li dijî Destûra Iraqê ye. Li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye şêwirîn.

Ji bo me gelekî giring e ku Bexda meaşê hemû meaşxûrên Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Navmalê kurd ji bo guftugoya li gel Bexdayê yekgirtî ye.

Divê vê pirsê ji xwe bikin, gelo dixwazin li Iraqê istîqrar hebe yan na?

Em dixwazin ku wezîrên Tevgera Goranê vegerin nav hikûmetê.

Dixwazin qewareya Herêma Kurdistanê hilweşînin û ev jî pir xeter e.

Em dixwazin pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo îro û nifşên paşî werin çareserkirin.

Heya niha jî hikûmeta Iraqê ji bo hevdîtinan daxwazek pêşkeş nekiriye.

Ti peymaneke leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nehatiye îmzekirin.

Ev pirsgirêkên siyasî ne, ne ku leşkerî, divê bi rêyên danûstandinê werin çareserkirin.

Birçîkirina gelê Kurdistanê ne di berjewendiya Ebadî û ne jî di berjewendiya ti siyasetvanekî din ê Iraqê ye.

Em alîkariyên Tirkiye û Îranê ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê dixwaze li gel cîranên xwe di aştiyê de bijî.

Em dixwazin Tirkiye û Îran jî ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkar bin.

Ji bo çareserkirina navçeyên nakok em dixwazin wekî ku di destûrê de hatiye destnîşankirin, mekanîzmayek hebe.

Ji ber nebûna ewlekarî û aramiyê zehmet e nîştecihên Kerkûk û navçeyên din vegerine malên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1082 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:28:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x