Serokwezîr Barzanî: Gellê Kurdistan hêja ji Amerîka bihêvî ne

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, li gel dijberiya DYA'yê ji referandûma Serxwebûna Kurdistanê re jî, Kurd dê hevbendiya xwe dûvdirêj li gel DYA'yê qut nekin û diyar kir ku hêviya wan heye, DYA dê piştgiriya xewna wan serxwebûnê bike.

05.12.2017, Sal - 08:15

Serokwezîr Barzanî: Gellê Kurdistan hêja ji Amerîka bihêvî ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Fox Tv'yê axivî û got: "Gelê Kurdistanê hîna ji DYAyê hez dikin. Kurd xwe wek heval û hevkarên DYA'yê dibînin. Em dixwazin ev bo demeke dirêj dewam bike."

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê hêvîşkestî bûye, lê ew hêvîşkestin tenê ne dijberîbûna daxwaza wan a azadiyê ye lê ji ber bûyerên li dû wê ne jî û wiha pê de çû: "Bêtirî 1.846 Pêşergeytan jiyana xwe kir qurbanî û bêtirî 10.000an jî di şerê DAIŞê de birîndar bûn. Tehdîda DAIŞ'ê tenê ne ji bo Kurdistanê bû lê ji bo Ewropa, DYA û mriovatîyê bû. Lewra gelê kurd wiha pêşbîn kir ku gava tehdîd were, DYA dê bi wan re bisekine. Wan texmîn nedkir ku tankên amerîkî dê bo hikûmeta Iraqê werin dayîn ku dê ji aliyê Heşda Şeibî ve li dijî wan werin biakranîn."

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bi erênî pêşwazî li navbeynkariya DYA'yê di çareserkirina kêşeyan di navbera wan û Bexdayê de kir û teqez kir ku qet ne poşman in ku wan referandûm bi rê ve biriye.

Barzanî got: "Ez bawer nakim ku ti kes li vir, ti partî wiha difikire ku şaşiyek kiriye yan jî tiştekî şaş kiriye. Tiştê me kir, pêvajoyeke demokratîk bû. Ew derbirîna viyana me bû, ne kêm û ne jî zêde".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x