Rojnameya Şerqulewset a Londonê belav kir carekedinn helbijardeya konfederaliyê wek take rêya çareseriyê bo rewşa di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê ketiye rojevê. Çavkaniyeke siyasî aşkera kir, ku Bexda ew pêşneyar bo herêma Kurdistanê kiriye û piştî herêma Kurdistanê encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê wek sedî 92.73 aşkera kir ew pêşneyar ji aliyê Iraqê ve ji herêma Kurdistanê re hatiye kirin.
Herwaha endamê rêveberiya siyasî ya Kurdistanê Ebdula Wertî bo rojnameyê aşkera kir, pêşneyara konfederaliyê ji aliyê sêyem ve ku nûnertiya welatên cîran û welatên cîhanê dikin hatiye kirin û beşek ji hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqê jî piştgirî lê kiriye, lê heta naha bi awayek fermî nehatiye pêşneyar kirin.
Ji aliyê din ve sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî bi daxuyaniyekê ji Şerqulewset re aşkera kir, aliyên Iraqê behsa vê yekê dikin ku dikare pirsa federaliyê li destûrê bi awayê konfederalî bê gohertin û piştre li parlamentoyê biryar li ser bê bidin û hemû gelê Iraqê jî bi referandûmê ve biryar li ser bidê.
Bi nêrîna Mîranî di vê rewşê de ji ber ku ew kesên neyarê daxwazên herêma Kurdistanê ne, li Iraqê pir zêde ne, bi awayê referandûm jî ew destûr serkeftî nabe û ew fikir dê bi şikestî temam bibe û got: ‘’Lê eger Bexda bê merc konfedereliyê nas bike ew dê bibe çareseriyek bo Kurdistan û Iraqê.’’
Herwaha got, eger konfederalî bo herêma Kurdistanê bê pêkanîn wê demê dê herêma Kurdistanê serbixwe be û Iraq jî dê yekparçe bimîne.