Şêwirmendê Serok Barzanî: Em li benda bersiva Bexdayê ne

Şêwirmendekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê li bendê ye Bexda bersiva pêşniyarên Hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê bide.

25.10.2017, Çar - 13:56

Şêwirmendê Serok Barzanî: Em li benda bersiva Bexdayê ne
Nuçe Belav bike

Derengiya şeva borî, Hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, sê pêşniyar pêşkêşî Bexdayê kir. Yek ji wan pêşniyaran, cemidandina encamên referandoma serxwebûnê ye.

Şêwirmendê Barzanî, Kîfah Mehmûd li ser vê mijarê ji BasNewsê re axifî û got, Hikûmeta Kurdistanê gavek pêşde avêt û bo destpêkirina diyalogê sê pêşniyar pêşkêş kir. Ev jî firsendek baş e bo destpêkirina diyalogê di navbera her du aliyan de.

Kîfah Mehmûd her wiha got, em naxwazin di navbera her du aliyan de şer derkeve çimkî şer kerameta her du aliyan jî dişkêne û dibe sebeba malwêraniyê. Ya baş ew e ku em li hev rûnên û bi diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin.

Şêwirmendê Barzanî daxwaz ji Iraqê kir ku bersiva pêşniyarên Hikûmeta Kurdistanê bide û got, ji ber wê jî em niha li benda bersiva Bexdayê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:08:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x