Şêx Cefer: Em rê nadin dagirkeran

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand, ku şeva derbasbûyî wan planeke mezin a li hember Kerkûkê vala derxistine û got: “Em rê nadin dagirker pêngavekî jî bavêjin ser axa Kurdistanê.

13.10.2017, Cum - 14:31

Şêx Cefer: Em rê nadin dagirkeran
Nuçe Belav bike

Piştî civîna fermandarên pêşmerge li Kerkûkê, Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa derbarê rewşqa dawîn a Kerkûkê de ji rojnamevanan re ragihand, ku şeva derbasbûyî Heşda Şeibî planeke mezin amade kiribû, ku ji Xaneqînê heta Kerkûkê êrîşê pêşmerge bike lê ev plana wan hatiye pûçkirin.

Şêx Mistefa got: “Me bi Ebadî û heta gelek berpirsên din re pêwendî danî da ku şer çênebe. Birastî em naxwazin şer çêbibe lê eger şerî pêsîra me jî girt emê bikin. Lê diyar eku ew gelek bê minnet bûn. Ji fermandarê eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl re nameyek şandine û gotine, di nava 48 demjimêran de hemû baregahên leşkerî, firokexane û bîrên petrolê radestê wan bikin. Gotine dê Polîsên Federalî bikevin van cihan.”

Bi gotina Şêx Mistefa, fermandarê pêşmerge Westa Resûl jî bersiveke tund daye û gotiye, ku bi ti awayî daxwaza wan nayê cîbicîkirin û eger bixwazin dikarin hewla vê yekê bidin.

Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge nûçeyên valakirina hinek çeperên pêşmerge jî rexne kir û got: “Dema DAIŞ hat me xetekê parastinê avakiribû. Me ji bo dûrxistina DAIŞê ev bername danî bû û heta 20 kîlometre em pêş ve çûbûn. Îro gefa Iraqê li ser me ye, lewma me ev xet hiştiye da ku ti pêşmergeyek ziyan nebîne. Me hêzên xwe li dora Kerkûkê kom kiriye. Ev yek jî bi agahdarbûna berpirsên ser ve hatiye kirin.”

Cefer Şêx Mistefa da xuyakirin, ku bi ti awayî ew rê nadin hêzeke leşkerî gav biavêje nav Kerkûkê û diyar kir: “Em rê nadin ti dagirkerek pêngavê bavêje ser axa Kurdistanê. Em ne şerxwazin û bi ti awayî daxwaza şer nakin. Bi hemû awayî xwe diparêzin lê ewê were ser me û teqe jî bike kurê bavê xwe be dê ya xwe bibîne.”

Şêx Cafer careke din li tekezî li wê kir, hêza Pêşmerge ti sengerekî Pêşmerge radestî ti aliyekî din nekiriye, belkû ew hatine derdora Kerkûkê û cihên girîng û hemû fermadar li sengeran ligel Pêşmerge ne û heta ku dilopek xwîna Pêşmergeyan heye, rê nadin ti aliyekî ewlehiya Kerkûkê têk bide. Em ne şerxwaz in û bi ti awayî daxwaza şer nakin. Bi hemû awayî xwe diparêzin. Ewê were teqe jî bike, dê bersiva xwe bibîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:51:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x