The Algemeiner: Îran li Şingalê baregehek leşkerî ava dike

Rojnameya Amerîkî ya The Algemeniener di raportekê de ragehand, ku kontrol kirina çiyayê Şingalê ji aliyê Îranê ve metirsiyeke mezin li ser ewlehiya Îsraîlê ava dike.

09.11.2017, Per - 12:45

The Algemeiner: Îran li Şingalê baregehek leşkerî ava dike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Amerîkî amaje bi vê yekê jî dike ku milîsên heşdî şeibî yên ser bi Îranê dest li ser Şingalê de girtine û hewla ava kirina binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê didin.

Herwaha rojname dibêje ku Îran zêdetirî 10 sale hewl dide dest li ser wê navçeya çiyayî de bigre dide, ku ber bi bakûrê rojavayê Iraqê ve dirêj dibe û heta digehe rojhilatê Sûriyê ango başûr û rojavayê Kurdistanê.

Terorîstên DAIŞ'ê di sala 2014ê de Şingal dagir kirin û sala piştî wê hêzên Pêşmerge karîn DAIŞ'ê li wan navçeyan derbixin. Lê piştre milîsên şîe yên ser bi Îranê êrîş kirin ser wan navçeyên hatî azad kirin û 16'ê cotmehê de dagir kirin.

Li gor raporta rojnameyê ketîbeyên Xorasan ku sipaha pasdarên Îranê piştgiriyê lê dikin, mijûlê ava kirina binkeyek leşkerî ne li bilindayiyên çiyayê Şingalê. Herwaha Ebu Mehdî Muhendîs kesê duyem ê milîsên heşdî şeibî ku wezareta derve ya Amerîka wek terorîst pênase dike, çend carekan li wan navçeyan hatiye dîtin.

Herwaha rojname dibêje, eger çiyayê Şingalê bê kontrol kirin, tê wateya kontrol kirina hemû navçeyê. Û dibêje: ‘’Îran dikare ji wê derê ve êrîş bike ser Telavîv ê û alîkariyê bo Hizbullah a Lûbnanê rêbike.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:37:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x