Tillerson û Serokwezîr Barzanî peyvendiyek telefonî pêkanîn!

Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvendiyek telefonî pêkanîn.

16.01.2018, Sal - 12:40

Tillerson û Serokwezîr Barzanî peyvendiyek telefonî pêkanîn!
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, duh 15.01.2018ê êvari wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson peyvendiyek telefonî li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkaniye û her du aliyan sala nû li yek pîroz kirin û wezîrê derve yê Amerîkayê hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo seqamgirî û pêşketinên zêdetir ên salê aniye ziman û amaje bi peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê kiriye.

Herwaha derbarê civînên di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê yên ji bo çareseriya pirsgirêkan jî keyfxweşiya xwe aniye ziman û amadebûna xwe ya ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê nîşan daye.

Tillerson piştgiriya Amerîkayê ya ji bo proseya demokrasî û helbijartinên Iraqê û herêma Kurdistanê ragehandiye û got; ez hêvîdarim herêma Kurdistanê ji krîza heyî rizga bibe û wê derbarê de jî piştgiriya welatê xwe ragehandiye.

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya wezîrê derve yê Amerîkayê kir, ji ber piştgiriya wan a ji herêma Kurdistanê re û ragehand, naha jî metirsiya serî rakirina tundiyan heye û pêwîstiya mekanîzmayek sê alî ya herêma Kurdistanê, hikûmeta federal a Iraqê û Amerîkayê anî ziman.

Barzanî teqez kir, herêma Kurdistanê berdewam amadeye bo destpê kirina guftûgo û çareseriya pirsgirêkan li gel Bexda û guftûgoyên şandên Hewlêr û Bexda jî bi erênî pênase kir.

Herwaha Barzanî Washington wek hevpeymanê Hewlêr pênase kir û bo derbas kirina rewşa naha heyî jî got, pêwîstî bi piştgiriya dostane heye. Herwaha got proseya siyasî li herêma Kurdistanê û helbijartin proseyên cîdî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 741 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x