Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê bombebaran kir

Tirkiyeyê bi dronan gundê Mijê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kir.

02.04.2024, Sal - 21:23

Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Şêniyê gundê Belaveyê yê Amêdiyê Fayeq Belaveyî, çend dîmênên bombebranê ji Rûdawê re şandin û got:

“Tirkiyeyê demjimêr 14:55 xulekan de bi dronan gundê Mijê bombebaran kir û heta niha zerer û ziyana wê bombebaranê nayê zanîn.”

Li gorî zanyariyên Fayeq Belaveyî, gund hatiye valakirin û ew cihê hatiye bombebarankirin dikeve herêma Çiyayê Gareyê.

Fayeq Belaveyî herwiha da zanîn ku ji ber şerê Tirkiyeyê û PKKyê gelek sal in hatûçûna xelkê li herêmê nîne.

Bombebarana Tirkiyeyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê berdewam dike.

Di heyama meh û nîvekê de 4 welatî ji ber bomebaranê şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne.

Herwiha şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê 40 sal in berdewam dike.

Beşek ji wî şerî 30 sal in li ser axa Herêma Kurdistanê tê kirin.

Ji ber şer li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê gelek gund vala bûne.

Şêniyên wan gundên ku nehatine valakirin jî gelek caran ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê bi tirs û xofê dijîn.

Vî nûçeyê tevayî: 160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:44:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x