Tom Rogan: Ger Amerîka li dijî Heşdî Şabî hêza leşkerî bikarbîne

Malpera Washington Examiner a Amerîkî li ser êrîşa Heşda Şeibî ya li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê raporek belav kiriye û dibêje, eger Heşda Şeibî xwe bigîhîne Pêşxabûr ev yek dê ji bo Îranê bibe serkeftineke mezin a stratejîk.

28.10.2017, Cts - 09:09

Tom Rogan: Ger Amerîka li dijî Heşdî Şabî hêza leşkerî bikarbîne
Nuçe Belav bike

Nivîskarê malpera Washington Examiner Tom Rogan di nivîsa xwe de dibêje: “Piştî şerê çend rojan, hêzên iraqî û mîlîsên Heşda Şeibî yên di bin kontrola Îranê de, deriyê sînor ê Rebîeyê ya ser sînorê Iraq û Sûriyê kontrol kirin. We diyare, ku dixwazin ji aliyê bakûr ve xwe bigihînin Deriyê Pêşabûrê. Ev derî li ser nexşeyê 25 mîl dûrê Rebîeyê ye û ev êrîş sînorê kurdên Iraqê li gel Sûriyê dibre.”

Serkeftina stratejîk a Îranê

Bi baweriya nivîskar eger ev plan ser bikeve ev yek dê ji bo Îranê bibe “serkeftineke mezin a stratejîk”. Ji ber ku kontrolkirina vî xetî tenê pêşiya hatin û çûn û veguhestina kurdan nagre, herwiha Amerîkayê jî sînordar dike. Ji ber vê Amerîka ji bo derbasbûnan neçar dibe tawîzan bide.

Tom Rogan balê dikişe ser wê yekê, ku bi kontrolkirina van sînoran dê xeta Tehran û Beyrûdê bigihin hev û bi vê rêyê dê Îran bikare çek, cebilxane û serbazên xwe bi rehetî derbasî Sûriye bike, bigihîne Lûbnanê.

Herwiha Tom Rogan dibêje: “Hêzên ewlekariya Iraqê dê bi şikil sînoran kontrol bikin lê Îran dê bi hevkariya mîlîsên Heşda Şeibî siyaseta Iraqê kontrol bike.”

Gefa ser Îsraîlê

Bi nêrîna nivîskar ev rewş dê li Sûriye û Iraqê rastiyeke nû ya siyasî ava bike û bibe serkeftina planên Rûsya, Îran û Tirkiyê. Herwiha ev yek dê bibe sedema zêdebûna kerb û kîna mezhebî di nava sunniyan de ku ev jî DAIŞê bihêz dike.

Tom Rogan hişyariya wê yekê jî dide û diyar dike: “Eger serê kurdan bitevînin ev yek dê bibe bidawîbûna siyaseta pirneteweyî ya li Iraqê. Îran jî dê bi riya wan korîdorên sînor li dijî Îsraîlê dê bibe gef û metirsiyeke cidî.”

Helwesta Amerîkayê

Nivîskarê malpera Washington Examiner di dawiya rapora xwe de dibêje, divê Serokê Amerîkayê Trump hêzên Iraqê razî bike da ku ber bi pêşabûrê ve neçin.

Herwiha destnîşan dike, ku Di vir de xala serke ev e, ku divê hikûmeta Iraqê hêzên xwe ji Heşda Şeibî veqetîne û li gel rêveberiya Herêma Kurdistanê guftugoyan bike.

Nivîskar ji bo kontrolkirina sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, pêşniyar dike Amerîka hêza leşkerî bikar bîne, hêzên Heşda Şeibî şûnde vegerîne.

Di heman demê de Royan dixwaze Trump bi rêya “dostaniya” li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan vê pêşveçûna Îranê bide rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x