UNAMI: Em hêvî dikin ku ji nêzîk ve kar ligel Nêçîrvan Barzanî bikin

Seroka Rêxistina Bernameya Alîkariya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) tê naskirin, bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir û got ew dixwazin ligel Nêçîrvan Barzanî ji nêzîk ve kar bikin.

29.05.2019, Çar - 04:52

UNAMI: Em hêvî dikin ku ji nêzîk ve kar ligel Nêçîrvan Barzanî bikin
Nuçe Belav bike

Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis di twîtera xwe de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Jeanine Hennis dibêje: “Malbata Neteweyên Yekgirtî li Iraqê hêvî dike ku ji nêzîk ve kar ligel Nêçîrvan Barzanî bike.”

Jeanine Hennis heftiya borî li Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî ve raporek derbarê Iraqê de pêşkêş kir û daxwaza pêkanîna hikûmeta Iraqê kir û hêvî jî xwest ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de pêşve biçin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 780 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x