Viyan Dexîl li ser hevjîna Bexdadî: Ew sûcdarê herî mezin e!

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Viyan Dexîlê diyar kir ku di sûcên rêxistinê de para hevjîna Bexdadî, Esma Mihemed jî heye û ji rayedarên Îraqê xwest ku lêkolînan kûrtir bikin.

22.02.2024, Per - 06:24

Viyan Dexîl li ser hevjîna Bexdadî: Ew sûcdarê herî mezin e!
Nuçe Belav bike

Parlamentera Parlamentoya Îraqê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Viyan Dexîlê bertek nîşanî derxistina hevjîna serkirdeyê kuştî yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî Esma Mihemed (El Kubeysî) li televîzyona El-Erebiyeyê da.

Parlamentera Kurd a Êzidî diyar kir ku Esma Mihemed derewan dike û divê lêkolîn kûrtir bibin.

Parlamentera Parlamentoya Îraqê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Viyan Dexîlê anî ziman:

“Herî dawî me hemûyan hevpeyvîna hevjîna terorîst Ebû Bekir Bexdadî dît. Hewl dan wê weke jineke asayî nîşan bidin ku ti pêwendiya wê bi bûyerên terorî re nîne.

Hevpeyvîn bi hevjîn û keçên wê re kirin lê dema em li rastiyê dinêrin, ev jin sûcdar e û tawanên wê ji yên Ebû Bekir Bexdadî jî girantir in.

Gelek Êzidiyên rizgarkirî bûn şahidê vê yekê û diyar kir ku jinên DAIŞî çawa li wan reftar kirine. Terorîst Esma Mihemed ji sala 1999an ve bi hevjînê xwe re di nava rêxistina El Qaîdeyê de cih girtiye.

Navê wê Ebû Dua Samerayî bû, ew yek ji berpirsên sereke yên teqînên Îraqê bû û alîkarê Ebû Museb El-Zerqawî bû.

Piştî ku sala 2004an ji aliyê Amerîkayê ve hat girtin û berdan dest bi rêxistin û damezrandina DAIŞê kir.”

“Ew gunehkarê pileya yekem e”

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Viyan Dexîlê herwiha got:

“Niha Esma Mihemed û keça wê weke ku mezlûm in û wan nedikariîn tiştekî bikin tên nîşandan. Ev hemû derew û tehrîf in, rola wan mezin bû.

Esma Mihemed keçên Êzidî yên 8, 9, 10 û 11 salî ji dayikên wan dûr dixist û dibir mala xwe. Destûr dida Ebû Bekir Bexdadî ku destdirêjiyê li wan bike û piştre jî ew difirotin.

Tiştê ku Esma El-Bexdadî anî serê keçên Êzidî ev e. Ew gunehkarê pileya yekem e.”

Çi bûbû?

Hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî Esma Kubeysiya ku bi navê Um Huzeyfe jî tê naskirin, di hevpeyvînekê de ji kanala El-Erebiyeyê re sirên jiyana hevjînê xwe eşkere kirin.

Esma Kubeysiya ku li Îraqê girtî ye, behsa daxwaza Bexdadî ya li ser jinan kir.

Esma Kubeysiyê herwiha eşkere kir ku Bexdadî ji firokeyên bê firokevan ên Amerîkayê gelekî ditirsiyaye.

Li aliyê din keça Bexdadî Umeyme El Bexdadî jî li ser jiyana bavê xwe tiştên balkêş gotibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x