Vîna 3 milyon Kurdistaniyan tu hêz nikare ser û bin bike!

Parlementerê PDK Ferset Sofî desnîşan kir ku tê hêz nikare Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê betal bike.

27.11.2017, Pts - 07:42

Vîna 3 milyon Kurdistaniyan tu hêz nikare ser û bin bike!
Nuçe Belav bike

Sofî bi rojnameya Eşerq El Ewsetê re axivî û got, me li Herêma (Kurdistanê) berê jî eşkere ragihandibû ku referandûm nayê wateya ku em ê yekser ji Iraqê cihê bibin û me teqez kiribû ku pêwîst e, gotûbêjên siyasî li gel aliyê iraqî pêk werin daku em vî mafê xwe yê qanûnî bînin cih.

Herwiha parlementerê PDK'yî di berdewamiya axiftina xwe de wiha gotiye: "Her kes dizane ku Kosovoyê di sala 1991ê de referandûmeke wek vê pêk anî lê heta sala 2008an jî wan nekarî vî mafî bi kar bînin. Anku piştî çend salan ji dengdan û piştgiriya gelî jî"Li ser sedemên taloqkirin cencamên referandûmê, Sofî got: Me li Kurdistanê biryara cemidandina encamên referandûmê da ji ber mercên heyî û bertekên tund lê ev nayê wê wateyê ku me referandûm betal kiriye. Ji ber ev ne pêkan e. Ti hêz li dinyayê nikare viyana sê milyon kesên ji bo serxwebûnê deng daye betal bike. Îca çawa neh-deh kes dê tiştekî wisa bixwazin?"

Di dawiyê de, Sofî diyar kir ku wan referandûm bi awayekî serkeftî pêk anî û li gel ku mercan rê neda ku dewleta xwe ragihînin jî lê ev bijarde her dê hebe, heta ku mercên guncav werin û em bikarin vî mafê xwe yê suriştî bi kar bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x