Wanyar Rehmanî canê xwe ji dest da

Pitika ku dayîka wê ya ducanî duh di bombebaranên Îranê de li Koye jiyana xwe ji dest dabû û ew ji aliyê bijîşkan ve bi zindî hatibû rizgarkirin, piştî rojekê canê xwe ji dest da.

30.09.2022, Cum - 06:41

Wanyar Rehmanî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Ji ber êrîşên Îranê yên li ser binke û baregehên Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê yên li Koye û çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, Reyhane Rehmanî ku ducanî bû, jiyana xwe ji dest da û pitika wê ji aliyê bijîşkan ve bi zindî hat rizgarkirin, lê belê pitika yek rojî îşev li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bavê Wanyar li nexweşxaneyê ji rojnamevanan re ragihand, termê Wanyar ji bijîşka dadî ji bo veşartinê dibin cem dayîka wê û li cem dayîka xwe bi hev re werin bixakspartin

Îranê roja 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kes şehîd bûn û nêzîkî 60 kesî jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x