Çend roj berê rojnameya erebî ya bi navê “alwatan”, ku li Erebistanê tê çapkirin, li ser serwet û sermiyana Serok Mesûd Barzanî raportek xelet belav kiribû û gotibû, qaşo 48 milyar dolar diravê Barzanî heye!
Piştî belavbûna wê raportê, li Başûrê Kurdistanê hinek alî û dezgehên medyayê bi wê raporta xelet êrişî Barzanî kiribûn.
Ji ber wê jî rojnameya han daxuyaniyek daye û ragihandiye, ew raporta ku wan belav kirine li ser bingeha agahî û belgeyên objektîf nebûye “loma ji ber wê xeletiya ku hatiye kirin em daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dikin. Emê di demek nêzîk de lêpirsînê li wan çavkaniyên ku ew agahiyên xelet dane me, bikin…”