Wezareta Pêşmerge: Heşdî Şabî amadekariyên êrişê dike

Wezareta Pêşmerge ragihand ku milîsên Heşdî Şabî amadekariya êrişê dike û di derbarê vî mijarê de hevpeymana navnetewî hatiye agahdarkirin.

04.11.2017, Cts - 13:38

Wezareta Pêşmerge: Heşdî Şabî amadekariyên êrişê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet di axaftina xwe ya ku li gel BasNewsê kirye got, Heşda Şeibî hêz li deverên Kurdistanî û li hember çeperên Pêşmerge kom dike û çekên giran bicîh dike. Heta niha ti şerek derneketiye lê wisa xuya dike dixwazin êrişî Pêşmerge bikin.

Helgord Hîkmet her wiha got, li hemû eniyên şer Heşda Şeibî di nav hereketê de ye û hêz kom dike ev jî nşan dide ku dixwazin dîsa êrişî Pêşmerge bikin û îradeya xwe bi zorê bi ser Kurdistanê de bisepîne.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku Pêşmerge amade ye bersiva her êrişekî bide û got, bi texmîna me dê di demek nêzîk de êriş bikin. Ji ber wê jî me hêzên hevpeyman agahdar kiriye û me ji wan re gotiye milîsên şîe dixwazin êrişî Kurdistanê bikin.

Helgord Hîkmet da zanîn ku ji bilî Heşda Şeibî, pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanê û hinek hêzên din jî xwe amade kirine êrişî Pêşmerge bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 931 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x