Di civîna li Hewlêrê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî jî amade bû. Burt gavên herêma Kurdistanê yên ku di rêya normalîzekirina têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de davêje teqdîr kir û ji bo baştirkirina diyalogê hêviya hewlên zêdetir kir.
Wezîrê Brîtanyayê destnîşan kir ku "Brîtanya girîngiyeke mezin dide herêma Kurdistanê, ji bo vê jî divê herêma Kurdistanê rola xwe ya di hilbijartinên parlementoya Iraqê de bi awayek berfireh bi cih bîne."
Herwiha Alistair Burt da zanîn ku Brîtanya alîkariya di hêla aborî, meşip û perwerdehiya leşkerî de wê ji Herêma Kurdistanê re bidomîne.
Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de spasiya xwwe ji bo vê hevkariya Brîtanyayê kir û anî ziman ku rola Brîtanyayê di pêşvexistina dîaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de mezin e. Barzanî bi pêwîstî zanî ku Hevpeyman û bi taybetî Brîtanya ji bona bicîkirina pilana çaksazîyê li Îraq û Herêma Kurdistanê hevkar û alîkar bin.