Wezîrê Karên Navxwe: PKK li Îraq û Herêma Kurdistanê ne terorîst e

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, “Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe ji PKKyê re dibêje ‘terorîst’ lê PKK li Îraqê ne terorîst e.”

17.04.2024, Çar - 15:22

Wezîrê Karên Navxwe: PKK li Îraq û Herêma Kurdistanê ne terorîst e
Nuçe Belav bike

Foruma Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Forumê îro saet 10:00an dest pê kir û dê sibe (18ê Nîsanê) xelas bibe.

Di çarçoveya Foruma Silêmaniyê de dê bi taybetî li ser “Aloziyên li Rojhilata Navîn” were sekinîn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di roja yekem a forumê de axivî û pirs bersivandin.

Rêber Ehmed diyar kir, “Li Herêma Kurdistanê grûpên terorîst nînin” û pê de çû:

“Ne li Herêma Kurdistanê ne jî li ser sînorên wê ti grûpên terorîst nînin.

Hinek welat ji bo hinek grûpan bêjeya ‘teror’ê bi kar tînin û hinek welat di nêrîn û siyaseta xwe de vê gotinê dikin çavkanî.

Em li Îraq û Herêma Kurdistanê ji wan grûpan re nabêjin terorîst.

Li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke bi navê ‘Pirsgirêka Kurd’ û ‘Pirsgirêka Kurdistanê’ heye lê kes ne amade ye ku vê meseleyê çareser bike.

Divê em wekî xelkê Kurdistanê bi wêrekî û dilêrî pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Çawa ku rêz li pirsgirêkên miletên din tê girtin divê pirsgirêka gelê Kurdistanê jî were çareserkirin.

“Partiyên Kurd ên mixalif in”

Beriya 1991ê û 2003yan li Îraqê hinek partiyên Îranî yên mixalif hebûn.

Îran ji van re dibêje ‘terorîst.’ Li gorî me jî ev partî, partiyên Kurd ên mixalif in.

“PKK li Îraqê ne terorîst e”

Tirkiye jî li gorî siyaset û berjewendiyên xwe û civaka navneteweyî ji PKKyê re dibêje ‘terorîst’ lê ev partî heta îro li Îraqê wekî ‘terorîst’ nehatiye naskirin.”

Rêber Ehmed da zanîn ku welatên derdorê ji bo ku êrişî Herêma Kurdistanê bikin hincetan diafirînin û got:

"Herçend em bi hebûna komên çekdar ne razî bin jî li Îraq û Herêma Kurdistanê navekî fermî yê van grûpan heye û ev nav, ji navên ku welatên derdora li wan dikin cuda ye.

“Bi hincetên cuda êrişî Herêma Kurdistanê dikin”

Me bi rêya rêkeftineke di navbera Îraq û Îranê de pirsgirêka wan grûpên li ser sînorê Îranê çareser kir.

Endamên wan grûpan li kampan hatin bicihkirin, niha Îraq û Îran jî bi zelalî zanin ku ew grûpên çekdar li ser wî sînorî nînin lê bi hincetên cuda êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Bi mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê dikin û ji bo van êrişan ti bingeha rast nîne.

“Ti esl û esasê wan hincetên nîne”

Ti esl û esasê wan hincetên nîne ku ji bo êrişkirina Herêma Kurdistanê tên bikaranîn.

Ez careke din piştrastiyê didim her kesî, li Herêma Kurdistanê em rê nadin ku ti metirsî ne li ser Îranê û ne jî li ser Tirkiyeyê çêbibe.

Ev siyaseta Herêma Kurdistanê ye û me li ser vê siyasetê jî bi Bexdayê re li hev kiriye lê mixabin bi hincetên cuda cuda êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Ev yek jî di urf û adetên cîrantiyê de nayê qebûlkirin.”

“Tiştekî bi navê ‘hikûmeta navendî’ nîne”

Wezîrê Karên Navxwe di beşeke din a daxuyaniya xwe de da zanîn ku Îraq ne welatekî navendî ye û ji beşên Îraq û Herêma Kurdistanê pêk tê.

Rêber Ehmed diyar kir ku bikaranîna têgeha "hikûmeta navendî" şaş e û anî zimên:

Li gorî Destûra Îraqê, li Îraqê tiştekî bi navê 'hikûmeta navendî' nîne lê Îraq ji ber hişmendiya navendî dinale."

Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:32:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x