Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê em nêzîkî rêkeftinekê bûne

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî diyar kir ku ew ligel kompanyayên petrolê yên derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de nêzîkî rêkeftinekê bûne û di hevdîtinên wan de pêşketin hene.

13.02.2024, Sal - 06:59

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê em nêzîkî rêkeftinekê bûne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji rojnamevanan re ragihand ku hevdîtinên di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û şîrketên petrolê yên navneteweyî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin de pêketin çêbûne.

Ebdulxenî got, “Ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê li Herêma Kurdistanê girêdayî ji nû ve destpêkirina berhemanîna zeviyên petrolê yên herêmê ye.”

Wezîrê petrola Îraqê ragihand ku danûstendinên li gel kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin li ser rêyeke rast e ku di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê.

Ebdulxenî tekez kir ku Îraq pabendî biryarên OPEC Plusê ye, nemaze piştî biryara meha Kanûna Pêşîna 2023yan a kêmkirina berhemanîna petrolê.

Herwiha Ebdulxenî da zanîn ku di wê çarçovê de, Îraq pabendî wê yekê ye ku rojane zêdtirî 4 milyon bermîlên petrolê berhem neyne.

Wezîrê Petrola Îraqê ragihand ku niha Îraqê rojane 3 milyon û 350 hezar heta 3 milyon û 400 bermîl petrol hinarde dike.

Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê

Piştî giliyê Bexdayê ku gotibû “petrol bê destûr hatiye hinartin”, Dadgeha Hakemê ya Parîsê (ICC) biryar dabû ku Tirkiye tazmînatê bide Îraqê.

Li ser vê biryarê di 25ê Adara 2023yan de hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Piştre bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hewlêr û Bexdayê di 4ê Nîsana 2023yan ji bo hinartina petrola Kurdistanê dîsa dest pê bike de rêkeftinek îmze kir.

Lê ji ber nakokiyên di navbera kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hîn hinartina petrola Kurdistanê dest pê nekiriye.

Ji ber vê sedemê Herêma Kurdistanê nikare para xwe ji budceyê wergire.

Li gorî qanûna budceya federal a Îraqê, divê Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrolê û xerckirina navxweyî rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike.

Li gorî pisporan, Îraq ji rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê sûd werdigire û berhemanîna petrola xwe zêde dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x