YNK: Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got, “Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê.”

05.03.2024, Sal - 07:02

YNK: Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê
Nuçe Belav bike

Polîtburoya YNKyê bi boneya salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

“Em dê bigihin armancên stratejîk ê Raperînê”

YNKye hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê bi bîr anîn û got:

“Derfeteke zêrîn li pêşiya me heye da ku em bi rihê bicoş ê Raperînê û bi rêya dengdaneke paqij û demokratîk serpêhatiya xwe ya navxweyî binirxînin.

Em dê bi hev re, bi beşdariya aktîv a nifşên nû şêwaza birêvebirina xwe baştir bikin û em dê bigihin armancên stratejîk ê Raperînê.

Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê.”

Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.

Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurda.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:45:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x