Sibê parlementoya Kurdistanê dicve û di civîna sibê de tê pêşbînîkirin desteya serokatiya parlementoyê (serok, du cîgir, sekreter) were hilbijartin.
Kursiya serokatiya parlementoyê pişka YNKê ye lê heta niha nayê zanîn ka YNK dê beşdarî civîna sibê bibe yan na.
Li gorî agahiyan, YNK dixwaze bi Serok Barzanî re hevdîtin bike û paşê biryar bide.
Li ser vê mijarê, berdevkê YNKê Letîf şêx Umer ji BasNewsê re got, hîn misoger nebûye ka şanda YNKê dê bi Barzanî re hevdîtin bike yan na. Eger em û PDK li ser Kerkûk û Bexdayê li hev bikin, wê çaxê arîşe çareser dibe.
Lê li gorî agahiyên BasNewsê, YNKê daxwaza hevdîtina bi Barzanî kiriye û niha jî li benda bersiva Barzanî ne.