Daxuyaniya Polîtbûroya YNK'ê de tê gotin: “Herweke nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Cîhanî ya Mafê Mirovan jî eşkere kiriye, TuzXurmato, Kerkûk û bajarên din, piştî karesata 16'ê Cotmehê zêdetir ketine bin rika mezhebgeriyê. Bi hezaran malbat hatine koçber kirin, bi sedan malên kurdan hatine şewtiandin û talankirin, bi dehan hemwelatî hatine şehîdkirin.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, ku hemû cîhanê jî dizanî, piştî şerê DAIŞê ji Xurmato heta Amirlî, Silêmanbeg û Yengicê nexşeyekî tayfî û mezhebî hebûye û tê gotin: “Lê niha li wan herêman kurd jî ketine ber wê rika şovenî û tayfegerî ya hinek grûbên tundxwaz, ku bi navê şîetiyê ve dixwazin xwe bisepînin.”
Polîtbûroya YNKê di daxuyaniya xwe de hişyariya karesatên mezintir da û ragihand: “Eger Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta û parlamentoya Iraqê û Amerîka bi hewarê ve newin, bibe ev agirê mezhebgeriyê metirsiya jenosîdkirina kurdan li wan navçeyên Kurdistanî yên nakok derbixe holê.”
Di daxuyaniyê de ji bo destwerdana rewşê 3 xal hatine destnîşan kirin, ku wiha ne:
“Yekemîn: Daxwazê dikin bi hemû derfet û şiyanên xwe ve alîkariya lêqewmiyên Xurmatoyê bikin. Xurmato weke navçeyekî lêqewmî were dîtin.
Duyemîn: Ji bo derxistina tawanan li Parlamentoya Iraqê lîjneyekî lêkolînê were avakirin, rê li ber tawanên zêdetir bê girtin, tawanbar werin cezakirin û kesên ziyan dîtine werin qerebokirin.
Sêyemîn: Pêwîste ti karbidestekî kurd, siyasetvan û parlamenterek li gel ti berpirsekî grûbên çekdar hevdîtinê neke, şûna vê yekê, daxwaza cezakirina wan bike.”
YNK di dawiya daxuyaniya xwe de dide xuyakirin, ku ew ji destpêkê ve li dijî hatina hemû hêzên çekdar bûne bo nav Xurmato û radigihîne, ku ji bo Xurmato çi pêwîst be dê bikin.