Berpirsê melbenda YNKê li Mûsilê, Xeyas Sûrçî ji medyaya Iraqî re behsa operasyonên YNKê yên li dijî baregehên Tevgera Azadî ya nêzîkî PKKê, ji medyaya Iraqî re gotiye, YNK dixwaze pêwendiyên xwe bi Îran û Tirkiye û welatên din re bihêztir bike.
Xeyas Sûrçî her wiha ragihandiye, nabe PKK û hêzên din yên kurdî (qesta wî hêzên Rojhilatî ye) ji nav Başûrê Kurdistanê êrişî Tirkiye û Îranê bikin ji ber ku “em bikaranîna xaka Kurdistanê ji aliyê wan hêzan ve qebûl nakin”.
Wî berpirsê YNKê li ser êrişa çekdarên êzîdî yên alîgirên PKKê li dijî baregeha YNKê li nahiya Sinûnê ya Şingalê jî gotiye, ew êriş îşê tirsonekan e û qesta wê tehrîkkirina YNKê ye.