Zêdetir ji 213 hezar ton genim li sayloyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, proseya wergirtina genimê cotkaran berdewam e û heta roja 4ê Tîrmeha 2022an, zêdetir ji 213 hezar ton genim wergirtine.

05.07.2022, Sal - 07:24

Zêdetir ji 213 hezar ton genim li sayloyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê Newzad Şêx Kamil ragihand, heta roja 4ê Tîrmehê 213 hezar û 133 ton genim li salyoyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin. Li Silêmanî, Germiyan û Raperîn bi qasî 98 hezar û 970 ton û li Hewlêrê jî bi qasî 70 hezar û 821 ton genim hatine wergirtin.

Diyar kir jî, li parêzgeha Duhokê jî li sayloyên Fayde, Şêxan û Zaxo jî bi qas 43 hezar û 120 ton genim hatine wergirtin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê daxwaz ji welatiyan kir ku genimê xwe radestî sayloyan bikin û dê di nêzîktirîn dem de jî mafên xwe yên darayî werbigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x