Asayişa Rojavayê Kurdistanê girtina 25 çekdarên DAIŞê ragihand

Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê îro encama roja 13an a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” a li kampa Holê aşkere kir û diyar kir, 25 çekdarên din ên DAIŞê li kampa Holê girtin ku 9 ji wan jin in.

07.09.2022, Çar - 14:40

Asayişa Rojavayê Kurdistanê girtina 25 çekdarên DAIŞê ragihand
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Asayişa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) îro 7ê Îlonê ragihand, di 13mîn roja operasyona li kampa Holê de “25 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin” û diyar kiriye, “di nava wan de 9 jin hene”.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de “7 konên ku şaneyên DAIŞê ji bo perwerde û îşkencekirinê bikar dianîn, hatine rakirin”.

Di operasyonê de herwiha “4 cercûr û cebilxaneyên kalaşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî û harddîskên ku çalkirî bûn”, dest bi ser wan de hat girtin.

Aşkerekirina encama 13mîn roja operasyona li kampa Holê di demekê de ye, ku operasyona li wê kampê di roja xwe ya 14an de didome.

Ji 25ê Tebaxê ve hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, qonaxa duyem a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê destpê kirine û hêj berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x