'Av li ser Efrînê hat birîn'

Birêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) Mustefa Balî îro ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê av li ser Efrînê qut kiriye piştî ku hinek îstasyonên şandina avê li bendava Meydankê kontrol kirine.

09.03.2018, Cum - 05:58

'Av li ser Efrînê hat birîn'
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Arta FMê, Balî destnîşan kiriye ku "nêzîkî milyoneke kes li Efrînê hene û niha xeter heye ku bêav bimînin, ji ber Tirkiye pompeya avê topbaran dike".

Balî diyar kir ku şer û peçvûn li Meydankê û mihwerên Cindirês û Şerayê yên çoltera Efrînê dewam dikin û Tirkiye bi tundî bombebaranê dike.

Di berdewamiya axiftina xwe de Balî got ku "HSD hîn li bajarokên Cindirês, Raco, Kefer Cenê û Şerayê ne û li dijî Artêşa Tirkiyeyê şer dikin."

Li ser hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê yên hatibûn Efrînê jî, Balî got, "li gel ku wendahî dan jî lê wan hêzan di asta pêwîst de şer nekir."

Ji aliyê din ve, Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gel bombebarana zêde ya Artêşa Tirkiyeyê jî lê wan nekariye bajarê Cindirêsê kontrol bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1593 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:12:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x