ENKS: Çekdarên PYDê 2 endamên PDK-Sê li Dêrikê revandin

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) revandina 2 endamên PDK-Sê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve şermezar dike û daxwaza azadkirina wan a demildest dike.

10.06.2024, Pts - 10:15

ENKS: Çekdarên PYDê 2 endamên PDK-Sê li Dêrikê revandin
Nuçe Belav bike

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 10ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ebdilrehman Şeng roja 6ê Hezîranê ji mala xwe ya li gundê Tebqa yê ser bi Dêrikê ve ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Diyar kir jî, endamê Encûmena Şaxê yê PDK-Sê Xalid Mihemed Mîro jî roja 9ê Hezîranê ji mala xwe ya li bajarê Dêrikê ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê çekdarên ser bi PYDê ve di ber van binpêkirinan de berpirs dibîne û daxwaza azadkirina dimildest a revandiyan dike.

Herwiha ENSKê bang li hemû aliyên pêwendîdar û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku bizavên pêwîst ji bo rêgirtin li van binpêkirinan bikin û fişarê ji bo azadkirina revandiyan û hemû girtiyên ENKSê bikin.

Li ser dirêjahiya salên desthelata Rêveberiya Xweser, bi dehan endam û alîgirên ENKSê û partiyên di nava wê hatine revandin û girtin, ofîs û baregehên wan hatine şewitandin û çalakiyên wan hatine qedexekirin. Berpirsên ENKSê jî PYDê ji ber van hemû binpêkirinan berpirsyar dibîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:09:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x