Xelkê nerazî dirûşmên li hember Rûsyayê bilind kirin ku li ser nivîsîbûn, “Bêdengiya we tê wateya hevkariya bi dewleta Tirkiyê re ji bo pêkanîna komkujiya gundê Helîncê".
Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, nerazîtiyek li dijî êrişên Tirkiyê birêv çû.
Nerazîtiya xelkê, li ber baregeha leşkerî ya Rûsya li gundê Îzaa yê ser bi bajarê Kobanê birêve çû.
Ew nerazîtî li dijî kuştina jinan li gundê Helîncê bû, ku Encûmena Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê ew çalakî lidar xistibû.
Xelkê nerazî dirûşmên li hember Rûsyayê bilind kirin ku li ser nivîsîbûn, “Bêdengiya we tê wateya hevkariya bi dewleta Tirkiyê re ji bo pêkanîna komkujiya gundê Helîncê".
Wan wêneyên qurbaniyan bilind kiribûn ku di êrişa Tirkiyê ya li gundê Helîncê canê xwe ji dest dabûn.
Şandeke 5 kesî dosyayek radestî berpirsên bingeha serbazî ya Rûsyayê kirin.
Wê şandê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsya gotiye, hebûna wan ya li wir ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan e.
Roja 23.06.2020, di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser gundê Helince li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên jin canê xwe ji dest dan, ku endamên Kongreya Star bûn û yek ji wan beşdareka berxwedana Kobanî, Zehra Berkel bû.