Amerîka: Em dixwazin Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê bike

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand, ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike ew bi Enqere, Bexda û Hewlêrê re gotûbêjan dikin.

28.03.2024, Per - 09:22

Amerîka: Em dixwazin Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê bike
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Pyatt ji Rûdawê re ragihand ku Amerîka ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ku nêzîkî salekê ye hatiye rawestandin, wan hewlên cidî dane.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt ji Rûdawê re got:

“Hinardekirina petrolê her çiqas çavkaniyeke aborî ya girîng be ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo welatên Ewropayê yên ku li çavkaniyên enerjiyê yên ne ji Rûsyayê digerin jî çavkaniyeke girîng a enerjiyê ye.”

Daxuyaniya Pyatt piştî wê yekê hat ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriya petrolê ya Ceyhanê zêdetirî salekê ye hatiye rawestandin.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê piştî ku Îraqê li Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê giliya Tirkiyeyê kir hat rawestandin ku zêdetirî 11 milyar dolaran zerer gihandiye Îraqê.

Pyatt li ser destpêkirina hinardekirina petrolê jî diyar kir ku ew dê beşdarî civînên dema ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biçe Washingtonê bibe û bal kişand ser civîna doh a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Antony Blinken.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt herwiha anî ziman:

“Ez dizanim ku Hikûmeta Îraqê dixwaze kompanyayên din ên biyanî vexwîne da ku sektora enerjiyê nû bike û enerjiya pak ji Îraqiyan re dabîn bike lê ev yek dê zehmet be heta ku pirsgirêka boriya petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê çareser nebe.”

Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:54:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x