Amerîkayê bang li Îranê kir êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestîne

Amerîkayê careke din li ser rêze êrîşên Îranê yên bo ser Herêma Kurdistanê yên bi mûşek û dronan bertek nîşan da û ji Tehranê xwest, wan êrîşên xwe rawestîne.

23.11.2022, Çar - 08:01

Amerîkayê bang li Îranê kir êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestîne
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price duh Sêşembê 22ê Mijdara 2022 di daxuyaniyekê de êrîşên wê dawiyê yên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Ned Price got, “Binpêkirina yekparçeyiya axa Iraqê ji aliyê Îranê ve bi êrîşên kujer ên li ser Herêma Kurdistana Iraqê berdewam in ku ji 20ê Mijdarê ve heta 22ê vê mehê hatine pêkanîn.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje, “Amerîka bi tundî vê binpêkirina dubare û bêşerm a yekparçeyiya axa Iraqê şermezar dike û daxwaz ji Îranê dike ku xwe ji gef û tundûtîjiyên zêdetir dûr bixe.”

Daxuyaniya wî rayedarê Amerîkayê di demekê de ye ku Supaya Pasdaran a Îranê gefa êrîşên zêdetir bo ser axa Herêma Kurdistanê û pêgehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de xwariye.

Vê heftiyê di rojên Yekşem, Duşem û Sêşemê de Îranê careke din bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Koyê, Partiya Koemeleya Şoreşger li Zirguwêz, Baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê û kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê li Cêjnîkanê kir.

Di êrîşên vê carê de, pêşmergeyekî PDKÎ yê bi navê Bêhzad Îskat li baregeha wê partiyê ya li navçeya Koyê canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x