Amerîkayê: Divê êdî balafirxane werin vekirin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hikûmeta navendî ya Iraqê daxwaz kir ku divê êdî balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê werin vekirin.

02.02.2018, Cum - 06:14

Amerîkayê: Divê êdî balafirxane werin vekirin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan di axaftina xwe de ragihand ku Washîngtonê daxwaza vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta navendî ya Iraqê kiriye.

John Sullivan çend roj berê serdana Iraqê kiribû û li Bexda û Hewlêrê bi berpirsên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbûn, piştî vegera xwe ya bo Amerîkayê di konfranseke rojnamevanî de behsa encama serdan û hevdîtinên xwe kir.

Sullivan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku serdana wî ya bo Iraqê encamên baş bûne û wî di civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de daxwaz ji wî kiriye ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gotûbêjê bike û bi wî re rêkeftinê bike.

Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Sullivan ji Heyder Ebadî daxwaz kiriye ku bila Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1090 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x