CENTCOM: Me droneke Îranê ya ku ber bi Hewlêrê ve diçû xiste xwarê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh Çarşemê 28ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de got, “Bi dema navxwe (Hewlêr) demjimêr 14:10, hêzên Amerîkî droneke Îranê ya bi cureya Muhacir 6 xiste xwarê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û metirsî bû li ser hêzên me yên li herêmê.”

29.09.2022, Per - 05:21

CENTCOM: Me droneke Îranê ya ku ber bi Hewlêrê ve diçû xiste xwarê
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, “Me balefireke bêpîlot a Îranê ku ber bi Hewlêrê ve difiriya û ji bo hêzên me yên li herêmê bû metirsî, xist xwarê.” Her wiha hat diyarkirin ku di nav hêzên wan de ti ziyanên madî çênebûne.

CENTCOMê diyar kir di êrîşên dron û mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de, ti ziyanên wan ên canî çênebûne ku ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Hêza Pêşmerge li Hewlêrê perwerde dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo piştgiriya hêzên me yên hevpar ên li Iraqê, hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê rewşê dinirxînin.”

CENTCOMê êrîşa Îranê şermezar kir û anî ziman, “Êrîşên bi vî rengî yên bêserûber gefê li jiyana sivîlên bêguneh dixwin û aramiya herêmê ku ji bo wê têkoşîneke dijwar hatiye dayîn dixe xeterê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x