Navenda Woodrow Wilsonê raportekê di derheqa biryarên Dadgeha Federalî de belav dike

Biryarên Dadgeha Federalî yên roja 21ê Sibatê li dijî Herêma Kurdistanê gelek rengvedan li dû xwe anîn, Navenda Navdewletî ya Woodrow Wilsonê ya Amerîkayî jî di wî warî de raportek belav kiriye û tê de dibêje, “Biryarên Dadgeha Federalî bizavên vegerandina Îraqê ber bi welatekî navendî ve ne”.

29.03.2024, Cum - 09:18

Navenda Woodrow Wilsonê raportekê di derheqa biryarên Dadgeha Federalî de belav dike
Nuçe Belav bike

Piştî ku Dadgeha Federalî li roja 21ê Sibatê hebûna kursiyên kutayan li Perlemana Kurdistanê hilweşand û biryar li ser neçarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo radestkirina dahata girêdayî petrolê û ya negirêdayî petrolê bi Hikûmeta Federalî da, Navenda Navdewletî ya Woodrow Wilsonê ya Amerîkayî raportek di wî warî de belav kiriye ku tê de hatiye, “Biryarên Dadgeha Federalî bizavên vegerandina Îraqê ber bi welatekî navendî ve ne”.

Herwesa di wê raportê de hatiye, “Ew biryar di berjewendiya Îranê de ne û li dijî berjewendiya Amerîkayê ne. Herêma Kurdistanê ya lawaz di berjewendiya Amerîkayê de nîne”.

Wê navenda Amerîkayî herwesa gotiye, “Biryarên Dadgeha Federalî yên li ser hilweşandina kursiyên kutayan û neçarkirina Hikmeta Herêma Kurdistanê ji bo radestkirina dahata girêdayî petrolê û ya negirêdayî petrolê bi Hikûmeta Federalî bizavên vegerandina Îraqê ber bi welatekî navendî ve ne”.

Navenda Navdewletî ya Woodrow Wilsonê ya Amerîkayî herwesa amaje daye, “Armanca vê biryara Dadgeha Federalî sinordarkirina çavkaniyên dahatan ên Herêma Kurdistanê ne, xasma hinardekirina petrolê û biryarên Dadgeha Federalî rewatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dixin di metirsiyê de”.

Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x