Şandeke pilebilind a Pentagonê serdana Herêma Kurdistanê dike

Şandeke pilebilind a Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

21.06.2023, Çar - 05:56

Şandeke pilebilind a Pentagonê serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê îro ji Rûdawê re ragihand ku roja Duşemê şandeke Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo Karûbarê Rojhilata Navîn Dina Stroll gihîştiye Bexdayê û dê gelek hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî çavkaniyê biryar e şanda Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Peywendiyên Amerîkayên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re bihêz in û nêzîkî 2 hezar û 500 şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene.

Ev şêwirmendên leşkerî di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de tevdigerin û di şerê dijî DAIŞê de bi şêwirdarî, perwerdekirin û piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Îraqê tên erkdarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:37:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x