Wezareta Karên Derve ya Amerîka: Bila Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe çareser bikin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê yên li ser Bûdceyê daxuyanî da Rûdawê û ragihand, ew her du aliyan teşwîq dikin ku nakokiyên xwe yên li ser bûdce û qanûna petrol û gazê çareser bikin.

26.07.2023, Çar - 05:33

Wezareta Karên Derve ya Amerîka: Bila Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe çareser bikin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê yê li Washingtonê Diyar Kurde de got: “Em daxwazê ji hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku pirsgirêkên xwe yên têkildarî bûdce û yasaya petrol û gazê bi awayekî ku di berjewendiya hemwelatiyên Iraqê de be û li gor Destûra Iraqê çareser bikin.”

Vedant Patel herwiha diyar kir, ew piştgiriyê didin hemû hewildanên ji bo parastina azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê û destûrdayîna civînên girseyî.

Patel wiha got: “Li hemû welatên cîhanê, em piştgiriya hemû hewildanên ji bo parastina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê dikin û destûr didin ku kombûna giştî li gorî yasayan bên kirin. Hemû hemwelatî, di nav de xwepêşanderên ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanê dikin û çalakvanên sivîl, layîqê parastin û muameleya wekhev in, weke ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, ji bo ku demokrasî bi ser bikeve, divê hikûmet mafên mirovan biparêze, di nav de azadiya derbirînê û xwepêşandanên aştiyane, yên ku di destûr û qanûnên navneteweyî de hatine destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:09:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x