Sererkanê nû yê artêşa Îranê hat tayînkirin

Piştî ku Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî di êrişên Îsraîlê de hat kuştin Emîr Xatemî wekî Sererkanê nû yê artêşa Îranê hat tayînkirin.

14.06.2025, Cts - 13:01

Sererkanê nû yê artêşa Îranê hat tayînkirin
Nuçe Belav bike

Bi fermana Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, Emîr Xatemî wekî Sererkanê nû yê artêşa Îranê hat tayînkirin.

Xatemî di navbera salên 2013-2021an de Wezîrê Parastinê yê Îranê bû.

Elî Xamineyî di biryara fermî de diyar kir ku bingeha tayînkirina Xatemî “fedakarî, jêhatîbûn û tecrûbeya wî” ye.

Piştî kuştina Mihemed Husên Baqirî, Xamineyî Ebdulrehîm Mûsevî wekî Sererkanê nû yê artêşa Îranê tayîn kiribû.

Çi bûbû?

Îsraîlê doh destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin jî ragihand ku wiha ne:

“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”

Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Fezayê ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.

Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê ya li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.

Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir û mûşekên wê gihiştin Îsraîlê.

Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:01:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x