Artêşa Îsraîlê kuştina Emînpûr Cudekî ragihand

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê diyar kir ku Fermandarê Lîwaya Duyem a Dronan ê Supaya Pasdaran a Îranê Emînpûr Cudekî di êrişa wan de hatiye kuştin

21.06.2025, Cts - 11:38

Artêşa Îsraîlê kuştina Emînpûr Cudekî ragihand
Nuçe Belav bike

Berbangê îro Îsraîlê bi tundî êrişî navendên leşkerî yên parêzgeha Îsfefanê ya Komara Îslamî ya Îranê kir.

Li gorî zanyariyan, dengê 15 teqînan li Esfehan hatin bihîstin û heta niha zererên wê nehatine eşkerekirin.

Li aliyê din, Îranê jî 15 mûşek avêtin Îsraîlê û li gorî zanyariyn 1-2 mûşek ketine û yên din ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê ve hatine xistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Emînpûr Cudekî ji Ehwazê bi sedan dron avêtine nav axa Îsraîlê. 

Hat zanîn ku Îsraîlê êrişî navendên leşkerî yên li bajarê Qumê jî kiriye. 

Di êrîşa Îsraîlê ya li bajarê Qumê de zarokekî 16 salî hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Televîzyona dewleta ya Îranê eşkere kir ku Îsraîlê li Qumê êrişî Taxa Salariyeyê kir.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê di êrişê de zarokekî 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x