Artêşa Îsraîlê hişyarî da: Divê 1,1 milyon Filistînî ji xaniyên xwe derkevin

Artêşa Îsraîlê ji Filistîniyên li bakurê Xezeyê xwest ku derbasî başûrê wê herêmê bibin.

13.10.2023, Cum - 13:08

Artêşa Îsraîlê hişyarî da: Divê 1,1 milyon Filistînî ji xaniyên xwe derkevin
Nuçe Belav bike

Li bakurê Xezeyê bi qasî 1,1 milyon Filistînî dijîn.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çekdarên Lîwaya Îzedîn Qesama baskê çekdarî yê Hemasê li Xezeyê li tunelan, binê xaniyan û di avahiyên sivîlan de xwe vedişêrin.

“Ji bo ewlehiya xwe derbasî aliyê başûrê Xezeyê bibin”

Artêşa Îsraîlê diyar dike ku Hemasê li dijî Îsraîlê şer daye destpêkirin û got:

"Li bajarê Xezeyê operasyonên leşkerî tên kirin. Artêşa Îsraîlê bang li hemî sivîlên li bajarê Xezeyê dike ku ji bo xweparastin û ewlehiya xwe xaniyên xwe vala bikin û biçin herêma li başûrê Xezeyê.

Ev valakirin bêguman ji bo ewlehiya we ye. Sivîlên bajarê Xezeyê ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe, derbasî başûr bibin, Hemas we weke mertal bi kar tîne, xwe jê dûr bixin."

“Em ji bo zerer negihêje sivîlan hewleke mezin didin"

Di daxuyaniyê de herwiha bang li Xezeyiyan hat kirin ku xwe ji sêncên sînor dûr bigirin û wiha hat gotin:

"Di rojên pêşiya me de, Artêşa Îsraîlê dê operasyonên xwe yên nava bajarê Xezeyê bidomîne û ji bo zerer negihêje sivîlan dê hewleke mezin bide."

Nifûsa Xezeyê 2,3 milyon e, qada wê ji 360 kîlometre çarqoşe ye.

Xeze ji sala 2007an ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:55:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x