Endazyarekî Rojavayê Kurdistanê li Îmaratê hat xelatkirin

Endazyarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Şehwan Mihemed li Îmaratê hat xelatkirin. Şehwan Mihemed li studyoya Rûdawê amade bû û ragihand, “Ji ber xizmetên min ên di warê parastina mîrateya çandî ez hatim xelatkirin.”

08.05.2023, Pts - 05:50

Endazyarekî Rojavayê Kurdistanê li Îmaratê hat xelatkirin
Nuçe Belav bike

Endazyar Şehwan Mihemed Rêveberê Giştî yê Ofîsa Çanda Avahîsaziyê ya ji bo şêwirên endazyariyê ji aliy Şêx Raşid Bin Hemdan Al Mektûm ve hat xelatkirin.

Ev xelat li ser kar û piştevaniya wan a berdewam ji bo parastina çanda Îmaratê hatiye dayîn.

Ofîsa Çanda Avahîsaziyê ya ji bo Şêwirên Endazyariyê ji sala 2012an ve hatiye vekirin û bi dehan projeyên cuda weke niştecîbûn, perwerde û geştyariyê li Îmarat ava kirine. Yek ji 5 baştirîn ofîsên avahîsaziyê ye li gorî nirxandina hikûmeta Encmanê.

Endazyar Şehwan Mihemed ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1999 bawenameya Endazayriya Vvahîsaziyê ji Zanîngeha Helebê wergirtiye û ji sala 2005an ve li Îmaratê kar dike.

Şehwan Mihemed îro beşdarî Bultena Rojava ya Rûdaw TV bû û derbarê xelatê û ofîsa ku lê kar dike, axivî û got, “Ji ber xizmetên min ên di warê parastina mîrateya çandî ez hatim xelatkirin.”

Endazyar Şehwan Mihemed behsa wê yekê kir, ku ew dixwazin li Herêma Kurdistanê û taybet jî li bajarê Hewlêrê kar bikin û got, “Li Hewlêrê hin projeyên baş ên weke Dream City û Empire hene ku di warê endazyariyê de karekî baş lê hatine kirin, lê piraniya avahiyên bajêr asayî ne û ne weke yên Dubayê ne.”

Şehwan Mihemed behsa Kela Hewlêrê ya Dîrokê kir û diyar kir, Kela Hewlêrê gelekî kevnar û dîrokî ye û dikare bibe cihekî baş ji bo geştyariyê, lê pêwîst e berpirsên Hewlêrê li ser wê yekê biryarê bidin ku xebat jê re bê kirin. Wî endazyarê Rojavayê Kurdistanê tekez kir, ew dixwazinm eger derfeta wê yekê hebe li ser Kela Hewlêrê kar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:01:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x