Îran: Me êrişî baregehên leşkerî yên Îsraîlê kir

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan baregehên leşkerî yên Îsraîlê kirine hedef.

14.06.2025, Cts - 13:00

Îran: Me êrişî baregehên leşkerî yên Îsraîlê kir
Nuçe Belav bike

Îranê şeva bori bi dehan mûşekên balîstîk êrişî axa Îsraîlê kir.

Îsraîlê Îran bi êrişkirina ser gelê sivîl tawanbar kir û got ku Îranê xetên sor bin pê kirine.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê daxuyaniya duyemîn a nivîskî ya derbarê êrişê weşand ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku baregehên leşkerî yên ku di êrişên li dijî Îranê de pêk hatine, navendên pîşesaziyê yên ku amûrên leşkerî li wan tên hilberîn û hedefên din ên leşkerî bi awayekî “serkeftî” hatine armanckirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi dehan mûşekên balîstîk li armancên stratejîk ketine û hat îdiakirin ku Îsraîlê nekariye li hemberî van êrişên bi mûşekên balîstîk raweste.

 

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x